TCŞ'ê li dijî darbeya hilbijartinê bang kir

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang kir ku li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dakevin qadan ku îradeya gelê Kurd tine dihesibîne.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyaniyek weşand û nerazîbûn nîşanî darbeya li îradeya gelê Kurd a li Wanê da.

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên enternasyonal hate kirin ku li dijî desteserkirina îradeyê çalakiyan bikin.

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê yên li Ewropayê, gelê Kurd, dostên enternasyonal, her kesên hurmetê nîşanî nirxên demokratîk didin hate kirin ku di serî de li Hambûrg, Koln, Stûttgart, Hannover, Parîs, Marsîlya, Bern û Amsterdamê li gelek bajaran tevlî çalakiyan bibin.