Îsraîl cara yekemîne ‘Qubeyê Hesin’ a deryayî ya nû bicih dike

Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê ragihandibû ku wan sîstema parastinê ya nû ya "C-Dome", cara yekê li dijî cîhazeke "gumanbar" ku kete qada wê ya esmanî, bicih kir.

Artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku êvara Duşemê li herêma Eîlat ku bajarekî li ser başûrê axa welêt e, hişyariyek hate bihîstin. Serhildêrên Hûsî yên Yemenê meha Sibatê êrîşeke bi fuzeyên balîstîk biribûn ser vê herêmê, lê hatibû astengkirin.

Artêşê di daxuyaniya xwe ya kurt ku sibeha Sêşemê da de got, "Piştî ku alarmên hişyariyê derbarê ketina amûreke dijmin a li herêma Eîlatê hatin lêxistin, hêzên deryayî hedefeke esmanî ya bi guman a ku derbasî xaka Îsraîlê bû, tespît kirin. Hedef ji aliyê sîstema parastina deryayî C-Domê ve bi rengekî serketî hat astengkirin. Ti birîndarî ango ziyan rû nedaye.”

Artêşa Îsraîlê, diyar nekir bê ka amûra bi guman drone ye yan na, lê belê 'yekem bikaranîna operasyonel a C-Domê' piştrast kir.