Konseya Ewlehiyê wê derbarê endamtiya Fîlîstînê ya ji NY’ê re biryara xwe bide

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê heta dawiya meha Nîsanê têkildarî serlêdana Fîlîstînê ya ji bo tam endamtiya NY’ê, biryar bide.

SERLÊDANA FÎLÎSTÎNÊ YA JI BO NY'Ê

Sefîra Bilind a Maltayê Vanessa Frazîer ku serokatiya demê ya konseyê bi rê ve dibe, wiha got: “Konseyê biryar da ku ev nîqaş di meha Nîsanê de were kirin.”

Di Îlona 2011’an de Serokê Rêveberiya Fîlîstînê Mahmûd Abbas bi daxwaza “Tevlîbûna Dewleta Fîlîstînê ya ji Neteweyên Yekbûyî re” prosedurek dabû destpêkirin.

Pêvajo ti carî temam nebû. Lê di Mijdara 2012’an de Fîlîstîniyan di encamê de statuya “dewleta çavdêrvan a ne endam” bi dest xist.

Fîlîstîniyan nameyek ji Konseya Ewlehiyê re şandin û serlêdana xwe ya ji bo endamtiyê car din dan destpêkirin. Konseya Ewlehiyê têkildarî vê nameyê hefteya borî pêvajoya ‘berçav re derbaskirinê’ ya nameyê da destpêkirin û îro wê di saetên pêş de têkildarî vê yekê car din kom bibin.

Sefîrê Bilind ê NY’ê yê Fîlîstînê Riyad Mansûr ev şîrove kir: “Ev kêliyekî dîrokî ye.”