Lîderê olî yê Îranê: Îsraîl wê bê cezakirin

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney piştî êrişa hefteya derbasbûyî ya Îsraîlê ya li Sûriyeyê yekemcar gef li Tel Avîvê xwar û got, "Wê bê cezakirin."

Di 1'ê Nîsanê de di êrîşa li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê de tevî 7 endamên muxafizên şoreşê yên Îranê 16 kes mirin. Îran û Sûriyeyê ji êrişê Îsraîl berpirsyar nîşan dan.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Hamaney bi wesîleya Cejna Remezanê di weşana zindî de axivî û got, "Rejîma şeytanî şaşitî kir" û diyar kir ku wê bê cezakirin.

ÎSRAÎLÊ BI FARSÎ BERSIV DA

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz bi zimanê Farsî bersiv da serokdewletê Îranê û got, "Eger Îran ji xaka xwe êrîşekê bike, Îsraîl wê bersiva vê bide û êrîşî Îranê bike."