Lavrov ji bo têkîliyên xwe xurt bike li Pekînê ye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo bi hemrayedarê xwe yê Çînî re hevdîtinê bike, serdana Pekînê kir. Tê payîn ku hevdîtin li ser meseleyên mîna şerê li Ûkraynayê û gengeşiya li herêma Asya-Pasîfîk were kirin.

Şefê dîplomasiyê yê Rûs Sergey Lavrov ji bo xurtkirina têkîliyên xwe yên bi hevkarê xwe yê ekonomîk û dîplomatîk re, bi rengekî fermî serdana Pekînê kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya li ser X’ê dayî de, ragihand ku Sergey Lavrov gihiştiye Pekînê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya berê hatî kirin, Lavrov wê heta roja Sêşemê li Pekînê bimîne û bi hemrayedarê xwe yê Çînî Wang Yî re hevdîtinê bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê têkildarî ‘rojeva germ’ nîqaş bên kirin û qala “Krîza Ûkraynayê û rewşa li herêma Asya-Pasîfîk” were kirin.

Ji Sibata 2022’yan piştî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê û vir ve, têkîliyên di navbera Moskowa û Pekînê de di asteke girîng de xurt bûn. Di Adara 2023’yan de Serokkomarê Çînê Şî Cînpîng serdana Moskowayê kir û “dostatiya bêsînor” a di navbera welatê wî û Vladîmîr Pûtîn re jinûve teyît kir.