Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Elmanya bi 'hêsankirina qirkirinê’ ya li dijî Filistîniyan tê sûcdarkirin

Dewleta Nîkaragûayê Elmanyayê bi piştevaniya leşkerî û siyasî ya ji Îsraîlê re bi sûcdarkirina "hêsankirina qirkirina Filistîniyan" serî li bilindtirîn dadgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) da.

Nîkaragûayê serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) da û ji dadgeran xwest ku tedbîrên lezgîn bistînin ku Berlîn çek û alîkariyan nede Îsraîlê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Sebastîan Fîscher beriya danişînê got: ‘’Em îdîayên Nîkaragûayê red dikin. Elmanyayê ne Peymana Komkujiyê û ne jî hiqûqa navneteweyî ya însanî bin pê kiriye û em ê vê yekê li destûra Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bi awayekî zelal eşkere bikin.’’

Nîkaragûa wê roja Duşemê îdîayên xwe pêşkêşî dadgehê bike. Her wiha tê payîn ku Elmanya jî roja Sêşemê bersiva xwe bide.

Nîkaragûa îdîa dike Elmanya Peymana Komkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1948’an bin pê kiriye ku peyman piştî Komkujiyan Cihûyan hatiye amadekirin.

Li gorî serlêdana Nîkaragûayê, ji ber ku jiyana bi sed hezaran însanan di talûkeyê de ye, vê yekê weke; ‘rewşeke pêwîst û lezgîn’ pênase dike.

ICJ  ji bo bidawîkirina nakokiyên di navbera dewletên cuda de hate avakirin û di şerê Îsraîl û Hamasê de jî bûye xwedî roleke girîng.

Her wiha Afrîkaya Başûr jî di dozekê de Îsraîlê bi komkujiya li Şerîda Xezeyê sûcdar dike lê belê Îsraîl vê yekê tundî red dike.

Biryarên ICJ’ê girêdêr in lê belê dadgehê mekanîzmaya cezakirinê tune ye. Bo nimûne heman dadgehê ferman dabû ku Rûsya êrişên xwe yên li dijî Ûkraynayê bide sekinandin lê belê tu encam ji vê yekê nestandibû.