Li Taywanê bîlançoya erdhejê girantir dibe

Li gorî bîlançoya nû di erdheja li Taywanê de ku di nava 25 salên dawî de erdheja herî tund e, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne.

Hemû kesên jiyana xwe ji dest dane ji herêma Hûalîen a li nêzî navenda erdhejê ne. Her wiha Li Hûalîenê bînayek jî hilweşiyaye.

Mezinahiya erdhejê  ji aliyê Ajansa Meteorolijî ya Japonya (JMA) ve weke 7.5, ji aliyê Saziya Lêkolînên Jeolojîk (USGS) ve 7.4 û ji aliyê Ajansa Meteorolojiyê ya Taywanê (CWA) ve weke 7.2 hate texmînkirin.

Li gorî dîmenên Ajansa Nûçeyan a Navendî (CNA)  a Taywanê, li Hûalîeneyê bînayeke sor a heftqatî hinekî hilweşiyaye û bîna nêzîkî 60 dereceyan jî çemiyaye.

Di Îlona 1999’an de erdhejeke bi pileya 7,6’an çêbûbû û  2 hezar û 400 kesî jiyana xwe ji dest dabû û ev bûyer di dîroka modern a Taywanê de bûbû mezintirîn karesat.