Çîn dixwaze têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xurt bike

Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî roja Sêşemê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnişt diyar kir ku Pekîn wê hevkariya bi Moskowayê re xurt bike.

Di demekê de ku şerê li Ûkraynayê dewam dike, şefê dîplomasiyê yê Rûs ji bo serdana du rojan Duşemê berê xwe da Çînê.

Pekîn û Moskowayê salên dawî hevkariya aborî, leşkerî û dîplomatîk xurt kir. 'Hevkariya stratejîk' a herdu welatan piştî ku Rûsyayê ji Sibata 2022'an û pê ve Ûkrayna dagir kir, hîn xurt bû.

Lê belê li gorî gelek analîstan, hêza aborî û dîplomatîk a Çînê li hemberî Rûsyayê serwer e ku Rûsya ji aliyê welatên Rojavayî ve bi taybetî ji aliyê Ewropayê ve hatiye îzolekirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûs RÎA Novostî Wang Yî roja Sêşemê ji Sergey Lavrov re got, "Çîn wê piştgiriyê bide pêşveçûna bi aram a Rûsyayê ya bi serokatiya Pûtîn (Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn)."

Li gorî heman çavkaniyê wezîrê Çînî got, "Pekîn û Moskowa wê hevkariya stratejîk hîn xurt bikin û hîn bêhtir piştgiriyê bidin hev."

Li gorî saziya medya ya Rûs Îzvestîa, Wang Yî got, "Piştgiriya gel li Rûsyayê çavkaniya pêşketinê ye. Di bin lîderiya xurt a Serok Pûtîn de em bawer dikin ku gelê Rûs wê bibe xwedî paşerojeke şewq dide."

Servey Lavrov jî di dîmenekî de ku ji aliyê Îzvestîa ve li ser Telegramê hate weşandin, spasiya Tekînê kir ji ber ku 'piştgirî' da Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ku ji nû ve hate hilbijartin.