Rêxistina Efûyê: Li Îranê darvekirin ji sedî 172 zêde bûn

Li gorî Rêxistina Efûyê, li Îranê hejmara darvekirinên di sala 2023'yan de hatin kirin, li gorî sala 2021'an ji sedî 172 zêde bûne. Hate diyar kirin ku par herî kêm 853 kes hatin darvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ragihand ku li girtîgehên Îranê di sala 2023'yan de herî kêm 853 kes ku ji ber sûcên narkotîkê û wekî din dihatin darizandin hatin darvekirin û hat gotin girtîgeh veguheriye 'cihê komkujiyê' ya rastîn.

Di destpêka meha Adarê de rapora salane ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê û Saziyên Civakî yên Sivîl a "Ensemble contre la peine de mort" diyar kiribû ku 834 kes hatine darvekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tenê ji destpêka sala 2024'an û vir ve darvekirina 95 kes hatine qeydkirin.

Rêxistina Efûyê, destnîşan kir ku li Îranê girtîgeh veguherîne “cihên komkujiyê.”