Ji Îranê hişyarî: Sefaretxaneyên bilind ên Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ne

Yahya Rahîm Safevî ku yek ji kesên nêzî Lîderê Olî yê Îranê ye, 6 rojan piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê, daxuyanî da û hişyarî kir ku sefaretxaneyên Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ne.

ÎRANÊ LI DIJÎ ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ DAXUYANÎ DA

Yahya Rahîm Safevî piştî êrîşa ku bûyî sedema mirina 7 endamên Mûhafizên Şoreşê, diyar kir ku tolhildana Îranêya ji Îsraîlê “mafekî rewa ye”.

Li gorî ajansa nûçeyan Tasnimê, Safevî diyar kir ku Alî Hamaney soz daye  ku “tola êrîşê bistîne” û got: “Ji bo encamê divê em li bendê bisekinin, lê çeperê berxwedanê amade ye.”

Safevî ev hişyarî jî kir: “Ti sefaretxaneyên Îsraîlê êdî di ewlehiyê de nînin.”

Li gorî ajansa IRNA’yê Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Îranê Mûhammed Bagerî jî anî ziman ku Tehran wê çavdêrî bike ku “zirara maksîmûm” bide Îsraîlê. Bagerî wiha got: “Êrîşa rejîma siyonîst a li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê teqez wê bêbersiv nemîne û mîna ku Lîderê Olî Alî Hamaney di rojên borî de gotî, em ê dijmin ji vê êrîşê poşman bikin. Bersiva Tehranê di demê rast de û bi rengê ku zirara maksîmûm bide dijmin, wê pêk were.”

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant piştî civîneke ku bi rayedarên payebilind re kirî, daxuyanî da û got ku Îsraîl amade ye li dijî Îranê rû bi rûyê “her cure senaryoyê” bimîne.