Pekînê li Derya Çînê ya Başûr dest bi 'tetbîqatên şer' kir

Li Derya Çînê ya Başûr a bi nakokî ku wê Fîlîpîn, DYE, Japonya û Awûstralya tetbîqatên hevpar bikin, heman rojê artêşa Pekînê dest bi 'dewriyeyên şer' kir.

Li gorî daxuyaniya ji artêşa Çînê hate kirin, di 7'ê Nîsanê de li Derya Çînê ya Başûr dewriyeyên şer ên hewayî û deryayî hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Derya Çînê ya Başûr hemû karên leşkerî yên ku dibin sedema aloziyê û rewşê xera dikin, di bin kontrolê de ne" û peyam da welatên din ên li heman herêmê tetbîqatê dikin.

Têkildarî ast û cihê tetbîqatên Çînê agahiyên berfireh nehatin dayin.

Fîlîpîn, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Japonya û Awûstralyayê roja Şemiyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wê roja Yekşemê li herêma aboriyê ya Fîlîpînê wê tetbîqata hewayî û deryayî ya hevpar lidar bixin.

Tê payin ku di navbera Serokê DYE'yê Joe Bîden, hempîşeyê wî yê Fîlîpînî Ferdînand Marcos û Serokwezîrê Japonyayê Fûmîo Kîshîda de 11'ê Nîsanê li Qesra Spî civîneke bilind a sêalî bê lidarxistin.