Li Xezeyê di 6 mehan de 33 hezar û 360 kes mirin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyan gihişte 33 hezar û 360 kesan.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyan gihişte 33 hezar û 360 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê şerê di navbera Îsraîl û Hamasê destpê kir û vir ve, hejmara kesên li Xezeyê hatin kuştin gihişte 33 hezar û 360 kesan.
Wezaretê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de herî kêm 153 kes mirin û ragihand ku di şerê 6 mehan de 75 hezar û 993 kes birîndar bûne.