Îsraîlê leşkerên xwe yên li başûrê Şerîda Xezeyê vekişand

Hêzên Îsraîlê roja Yekşemê leşkerên xwe yên li başûrê Şerîda Xezeyê vekişand.

Berdevkekî leşkerî diyar kir ku yekîneyên li başûrê Şerîda Xezeyê hatine vekişandin, lê tûgayek hîn li herêmê ye.

Berdevk diyar kir ku yekîne ji şopandina 'korîdora Netzarîm'ê berpirsyar e ku di navbera bakur û başûrê herêma Fîlîstînê de ye.

Piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmehê, Îsraîlê giranî da ser bakurê Şerîda Xezeyê û ev şer derbasî bajarokê Xan Yûnûsê ya li başûrê herêmê kiribû.

Hêzên Îsraîlê çar meh in li Xan Yûnûsê ne. Serokwezîrê Îsraîlê Beynamîn Netanyahû dema dawî gefa dagirkirina bajarokê Refahê xwar ku li ser sînorê Misrê ye.

Hevdîtinên li ser agirbesta li Xezeyê dawiya vê hefteyê li Qahîreyê jinûve destpê kirin.

Li aliyê din, li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê heta niha 33 hezar û 175 kes hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê ji destpêka şer û vir ve 75 hezar û 886 kes jî birîndar bûn.