Îsraîl wê li hemberî Tirkiyeyê tedbîrên bersivdanê werbigire

Dewleta Tirk ji ber nerazîbûnên zêde yên li Tirkiyeyê neçar ma ku bazirganiya bi Îsraîlê re kêm bike. Hikumeta Îsraîlê nerazîbûn nîşanî vê yekê da û ragihand ku wê tedbîrên bersivdanê werbigirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê de hate gotin, "Tirkiyeyê lihevkirinên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re bi rengekî yekalî binpê kiriye, Îsraîl jî wê li hemberî vê yekê tedbîrên pêwîst hemûyan werbigire."

Tirkiyeyê roja Sêşemê ragihandibû ku tevî sotemeniya balafirê û gelek malzemeyên înşaetê yên ji pola, hesin û alîmunyûm firotina 54 berheman ji bo Îsraîlê radiwestînin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya wezaretê, Wezîrê Karên Derve Îsrael Katz ferman da personelên xwe ku lîstek ji malên firotina wan ji bo Tirkiyeyê bêne rawestandin, amade bikin.

Îsraîl her wiha wê 'saziyên li DYE'yê yên alîgirê Îsraîlê' bixe nava liv û tevgerê ku li hemberî Tirkiyeyê pêkanînê ferz bikin û tiştekî ji vî welatî nekirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya wezaretê wê ji 'dostên' li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bê xwestin, ku îhtimala pêkanîna DYE'yê ya li gorî qanûnên dijî boykotê lêkolîn bikin.

Îsrael Katz li ser medya parvekirinê X'ê daxuyaniyek da û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan sûcdar kir ku di oxira piştgiriya bi Hamasê berjewendiyên aboriyê yên Tirkiyeyê feda kiriye.