Li Tayvanê ji ber erdhejê 4 kes mirin, 60 kes birîndar bûn

Di erdheja roja Çarşemê li Tayvanê çêbûyî de ku di nava 25 salên dawî de erdheja herî tund e, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kes jî birîndar bûn.

LI TAYVANÊ ERDHEJ

Teşkîlata Îtfaiye ya Neteweyî ragihand ku mirin hemû li herêma Hûalîen a nêzî baregeha navendî ya erdheja li rojhilatê giravê, çêbûne. Ji qurbanan sê kes di parkûreke meşê de, yê çaran jî di tuneleke rê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda operasyonê ya lezgîn Taîpeî ev hejmar piştrast kir û da zanîn ku nêzî 60 kes jî birîndar bûne.

Mezinahiya erdheja di bin behrê de, ji aliyê Ajansa Meteorolijî ya Japonya (JMA) ve weke 7.5, ji aliyê Saziya Lêkolînên Jeolojîk (USGS) ve 7.4 û ji aliyê Ajansa Meteorolojiyê ya Tayvanê (CWA) ve weke 7.2 hate texmînkirin.

Baregeha navendî ya erdhejê, di avên li peravên rojhilatê Tayvanê hate tespîtkirin.

Midûrê Navenda Sîsmolojî Taîpeî, Wu Chien-fu di daxuyaniya dayî rojnamevanan de got ku ji erdheja sala 1999’an û vir ve, ev erdheja herî tund a 25 salên dawî ye.

Di erdheja bi mezinahiya 7.6 a di Îlona 1999’an de, 2 hezar û 400 kes miribûn û ev bûyer bûbû karesata herî mezin a di dîroka modern a Tayvanê de.