Konseya Mafên Mirovan a NY’ê banga rawestandina firotina çekan a ji Îsraîlê re kir

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da û daxwaz kir ku firotina çekan a ji Îsraîlê re bê rawestandin.

Ji Şerê Xezeyê yê 7’ê Cotmehê destpê kirî û vir ve, Konseya Mafên Mirovan a NY’ê cara yekem pozîsyon girt.

Ji 47 endamên konseyê, 28’an erê kirin ku biryar were pêkanîn. Elmanya û DYE jî di nav de, 6 welatan biryar nepejirandin.

Fransa, Hindistan û Japonya jî di nav de, 13 welat dudil man.

Tona metnê li dijî Îsraîlê çiqasî tund be jî, ji bo pêkanîna biryarên konseyê ne xwedî amûreke girêdanê ye.

Sefîrê bilind ê Îsraîlê yê di konseyê de, Meîrav Shahar îdîa kir ku “Dengê erê dengeke ku ji Hamasê re hatî dayîn e.”

Nûnerê Fîlîstînê Îbrahîm Mûhammed Hreyşî wiha got: “Divê hûn hemû hişyar bibin û dawî li vê qirkirina ku dibe sedema mirina bi hezaran Fîlîstîniyan, bînin.”

Di metna biryarê ya Konseya Mafên Mirovan de navê Hamasê derbas nabe, lê êrîşên Îsraîlê yên li ser herêmên sivîl, tê şermezarkirin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî Xezeyê de, piranî jê sivîl zêdeyî 33 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.