Li Dusseldorfê bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin

Jinan bertek nîşanî tecrîda mûtleq a li ser Abdullah Ocalan dan û bi nameyên bi daxwaza CPT’ê mudaxîl bibe kom kiribûn, şandin.

KAMPANYAYA NAME ŞANDINÊ

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berpirsyariya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT’ê bînin bîra wê, bi sedan nameyên di çarçoveya kampanyayê de kom kiribûn ji bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê şandin.

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl nakin û ew ê di bin her şert û mercî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin.
Jinan bi berzkirina dirûşmên “Ji Rêber Apo re azadî” û "Jin Jiyan Azadî" name avêtin kutuyên postexaneya navendî ya Dusseldorfê.