HRW: Êrîşa li Xezeyê ya ku 106 sivîl hatin kuştin sûcê şer e

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) encamên lêkolîna xwe ya derbarê êrîşa Îsraîlê ya di 31’ê Cotmehê de li dijî avahiyeke li Xezeyê ku herî kêm 106 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

HRW'ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir: “Me ti delîlên ku di dema êrîşê de armancek leşkerî li nêzîkî avahiyê hebû bi dest nexist, ev tê wê wateyê ku êrîş neqanûnî (kêfî) û li gorî yasayên şer bû."

Di vê operasyona ku li avahiyeke 6 qatî hat lidarxistin de 54 jê zarok herî kêm 106 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Cîgirê Rêveberê Beşa Krîz û Pevçûnê ya HRW’ê Gerry Simpson di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku di nava qûrbaniyan de "zarokên ku fûtbolê dilîzin, niştecihên ku telefonên xwe li dikana qata jêr şarj dikin û malbatên ji cih û warên ku li ewlehiyê digeriyan" hebûn.

HRW’ê diyar kir ku di navbera Çile û Adarê de bi telefonê bi 16 kesan re hevpeyvîn kirine û li ser dîmenên satelîtê, 35 wêne û 45 vîdeoyan analîz kirine.

Rêxistinê diyar kir ku li gorî şahidan di 31’ê Cotmehê de li başûrê kampa penaberan a Nûseyrat a li navenda Xezeyê herî kêm 350 kes hebûn û herî kêm 150 ji wan ji cih û warên xwe reviyane û xwe li vir girtine.

HRW'ê wiha domad: "Bêyî hişyariyê, derdora saet 14.30'an de, 4 êrîşên asmanî di nava deh saniyan de li avahiyê xistin. Avahî bi temamî hilweşiya.” HRW daxuyand ku ji şahidên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin, dibêjin ku wan Îsraîlê hişyarî nedane û hişyariya Îsraîlê nebihîstine.
Rêxistina mafên mirovan bi bîr xist ku ji ber ku rayedarên Îsraîlî 16 sal in destûr nedane biçin wir nikarin têkevin herêmê.

HRW wiha dawî li daxuyaniya we anî: “Xuyaye ku êrîşa Îsraîlê ya ku 106 sivîl tê de hatin kuştin, sûcê şer e,.”