CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di şerê Xezeyê de rewşa dawî
Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ve hate eşkerekirin, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de nêzî 23 hezar kes hatin kuştin. -
Di erdheja Japonyayê de 168 kes mirin û 323 kes jî winda ne
Li gorî bîlançoya nû di erdheja Japonyayê de heta niha 168 kesan jiyana xwe ji dest dane, 323 kes jî winda ne. -
Li Xezeyê di 24 saetan de 113 kes mirin, di sê mehan de 22 hezar û 835 kes mirin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 22 hezar û 835 kes mirin. -
Somaliyê peymana deryavaniyê ya Etîyopya-Somalîland betal kir!
Serokkomarê Somaliyê Şêx Mohamûda peymana deryavaniyê ya di navbera Etîyopya û Somalîlandê de ku weke “derqanûnî” didît, betal kir. -
Şerê li Xezeyê kete meha çaran
Şerê navbera Îsraîl û Hamasê roja Yekşemê kete meha çaran. Sibeha Yekşemê jî Îsraîlê êrîş bir ser Xezeyê. -
Erdheja li Japonyayê: Hîn jî zêdeyî 220 kes winda ne
Hat zanîn ku ji ber erdheja li Japonyayê hîn jî bi sedan kes winda ne. -
Li Kabûlê êrîşa DAÎŞ'ê: 2 kes hatin kuştin
Roja Şemiyê li taxeke Şîa ya paytexta Efganistan Kabûlê, di otobusekê de teqîn pêk hat û di encamê de 2 kes mirin. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe. -
Li Iraqê êrîşa DAÎŞ'ê: 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin
Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê, di êrîşeke DAÎŞ'ê de 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
Êrîşî baregehên DYE’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin
Hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi balafirên bê mirov êrîşî baregehên DYE’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
FAO: Li cîhanê buhayên xurekan ji sedî 13,7 daket
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku di sala 2023’yan da li cîhanê buhayê xurekan li gorî sala borî ji sedî 13,7 daketiye. -
Bexda 'bi biryar e' ku dawî li hebûna koalîsyona navneteweyî bîne!
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî rojekê piştî êrîşa Emerîkayê ku li Bexdayê pêk hat û di êrîşê de fermandarekî Heşdî Şabî hate kuştin, biryardariya xwe ya bidawîkirina hebûna koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ya li Iraqê dubare kir. -
HRW: Îsraîl karkerên ji Xezeyê tên di şert û mercên nemirovî de digire
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), diyar kir ku piştî êrîşên 7'ê Cotmehê, rayedarên Îsraîlê bi hezaran karkerên ji Xezeyê hatine bi hefteyan binçav kirine û gelek ji wan di şert û mercên herî xirab ên dervî mirovî de ragirtine. -
DAÎŞ’ê berpirsiyariya êrîşa xwekujî ya li Îranê girt ser xwe
Li gorî daxuyaniyên fermî, çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya êrîşên li nêzî tirba General Qasim Silêmanî a Îranê ku di encamê de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, girt ser xwe. -
Hejmara koçberiya ber bi Spanyayê ve zêde dibe
Li gorî daneyên hikûmeta Spanyayê, di sala 2023'yan de hejmara koçberên ku bi rêyên neqanûnî hatine Spanyayê, gelekî zêde bûye. -
Hikûmeta Iraqê ji ber êrîşa li Bexdayê koalisyona navneteweyî berpirsyar girt
Hikûmeta Iraqê, ji ber êrîşa bi droneyê ya li Bexdayê ku di encamê de 2 kes ku yek ji wan rayedarekî payebilind ê Haşdî Şabî bû mirin, koalisyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê berpirsyar girt. -
Di êrîşa li Îranê de hejmara miriyan a fermî bû 84 kes
Li başûrê Îranê roja Çarşemê êrîşek bombeyi pêk hatibû. Hejmara miriyên di êrîşê de hate sererastkirin û bi awayekî fermî weke 84 kes hatin eşkerekirin. -
Li Myanmarê cûntaya leşkerî 9 hezar kes efû kir
Cûntaya leşkerî ya Myanmarê ragihand ku ji ber salvegera serxwebûna welatê wan ji 9 hezar girtîyî re efû derxistiye ku ev yek her sal tê kirin. -
Li Iraqê êrîşa bi droneyê: 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin
Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşeke dorneyê de ya li ser avahiyekê, 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin. -
Moskowa û Kîevê bi sedan êsîrên şer bi hev guhertin
Rûsya û Ûkraynayê ragihandin ku di nava şerê giran de wan 230 êsîrên şer bi hev guhertine. -
Hejmara qurbaniyên erdheja li Japonyayê bû 78
Hejmara qurbaniyên erdheja ku li herêmên navîn ên Japonyayê rû da bû 78 kes. Hîn jî bi dehan kes winda ne. -
Salvegera 30. a Tevgera Zapatîsta hate pîrozkirin
Bi sedan kesên ku li Chîapasê hatin cem hev, salvegera 30. a salvegera Tevgera Zapatîstayê pîroz kirin. -
Di teqîna li Îranê de hejmara miriyan derket 103’yan
Di bîranîna Qasim Silêmanî de li ser hev teqîn çêbûn û hejmara kesên mirine derket 103’yan. -
Li Îranê li nêzî gora Silêmanî teqîn pêk hatin: Herî kêm 73 kes mirin
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê, roja Çarşemê li nêzî gora General Qasim Silêmanî du teqîn pêk hatine û herî kêm 73 kesan jiyana ji dest dan. -
Şerê Xezeyê: Hejmara miriyan ji 22 hezar û 300’ê derbas kir
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 89’an a şerê Xezeyê de bîlançoyeke nû eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve de 22 hezar û 313 kes mirin. -
Li Qraliyeta Yekgirtî hişyariyên lehiyê: Ji ber bahozê rê hatin girtin
Qraliyeta Yekgirtî piştî Bahoza Henk, rû bi rûyê bahozeke din a tund e.