Li Myanmarê cûntaya leşkerî 9 hezar kes efû kir

Cûntaya leşkerî ya Myanmarê ragihand ku ji ber salvegera serxwebûna welatê wan ji 9 hezar girtîyî re efû derxistiye ku ev yek her sal tê kirin.

Daxuyanî di demeke wisa de hat kirin ku artêşa di sala 2021’ê de bi darbeyê bû desthilatdar, li bakurê welat bi hindikahiyeke etkînîkî re di nav ragêşiyekê de ye.

Li gorî analîstan, ev tifaqa çekdarî ya ji komên hindikahiyên etnîkî pêk tê, bi ragihandina derdestkirina çeperên leşkerî û rêyên girîng ên ku bazirganî bi Çînê re tê kirin, li hember cûntayê derket.

Pîrozbahiya salvegera serxwebûna Myanmarê beriya niha li paytextê welat Naypyîdawê bi merasîmeke leşkerî destpê dikir û piştre axaftina serokê cûntayê Mîn Aung Hlaîngî çêdibû. Lê belê îsal serokê cûntayê beşdarî merasîmê nebû û li şûna wî berdestekî wî  daxuyaniyeke ku beriya merasîmê hatibû amadekirin, xwend.

Roja Pêncşemê daxuyaniyek hat dayîn û Konseya Rêveber a Dewletê di daxuyaniyê de got: "Ji bo pîrozkirina 76’emîn salvegera serxwebûna Mynmarê û rêzgirtina ji aştiyê re ji 9 hezar û 652 girtiyên zindan û girtîgehan re efû hatiye qebûlkirin."

Der barê girtiyên siyasî de tu agahî nehat parvekirin. Cûntayê di daxuyaniyeke din de ragihand ku 114 girtiyên biyanî jî wê ji efûyê sûd werbigirin û ew ê ji ber sedemên ‘dualî û însanî’  bên dersînorkirin. Ji bilî van yekan agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Myanmarê piştî têkoşîneke demdirêj a bi serokatiya General Aung San ê bavê serokê xistî Aung San Suu Kyî ve di 4’ê Çileya 1948’an de serxwebûna xwe ya ji Îngilistanê îlan kir.