Li Îranê li nêzî gora Silêmanî teqîn pêk hatin: Herî kêm 73 kes mirin

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê, roja Çarşemê li nêzî gora General Qasim Silêmanî du teqîn pêk hatine û herî kêm 73 kesan jiyana ji dest dan.

Ajansa nûçeyan a Îranê a bi navê Tasnîmê ragihand ku 170 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku di navbera çend deqîqeyan de du teqîn pêk hatine.

Hate ragihandin ku teqîn di kêliyên merasîma bîranîna fermandarê Hêza Qudsê Silêmanî de pêk hatiye. Sedemên her du teqînan hê nayê zanîn.

Qasim Silêmanî di Çileya 2020’an de li Iraqê di êrîşeke hewayî de ji aliyê Emerîkayê ve hatibû kuştin.

Silêmanî yek ji kesayeteke sereke yê rejîma Îranê bû. Silêmanî piştî wezîfeya şerê salên 1980 û 1988’an ê Îran û Iraqê, bû berpirsê operasyonên Hêza Qudsê. Piştî mirina wî, serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hûmeynî sê rojan li Îranê şîna neteweyî îlan kir.