DAÎŞ’ê berpirsiyariya êrîşa xwekujî ya li Îranê girt ser xwe

Li gorî daxuyaniyên fermî, çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya êrîşên li nêzî tirba General Qasim Silêmanî a Îranê ku di encamê de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, girt ser xwe.

Çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya êrîşa bombeyî ya roja Çarşemê ya li bajarê Kerman ê Îranê girt ser xwe.

DAÎŞ’ê 24 saet piştî êrîşan daxuyaniyek da û ragihand ku dema ku girse li nêzîkî gora Silêmanî li Kermanê kom dibû, 2 xwekuj êlekên xwe yên teqîner teqandine.

Serokê serwîsa lezgîn ê Îranê Cefer Miadfer derbarê bûyerê de agahiyên dawî parve kir û got ku 84 kesan jiyana xwe ji dest dane, 284 kes jî birîndar bûne û 195 kes ji wan heta niha li nexweşxaneyê ne.

Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê de hat diyarkirin ku di lêkolînên ku li cihê êrîşan hatin kirin de teqîna ewil teqez di encama êrîşeke xwekujî de pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî ku navê wî nehate zanîn, hemû delîlên têkildarî bûyerê, kamerayên ewlehiyê jî di nav de, hatin lêkolînkirin û wiha hat gotin: “Xwekujê bûyerê di encama teqînê de laşê wî bi temamî hatiye rûxandin. Xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya êrîşkar didome.”

Heman çavkanî eşkere kir ku teqîna duyem jî hatiye lêkolînkirin û îhtimala ku êrîşeke xwekujî be jî hatiye nirxandin.