Di erdheja Japonyayê de 168 kes mirin û 323 kes jî winda ne

Li gorî bîlançoya nû di erdheja Japonyayê de heta niha 168 kesan jiyana xwe ji dest dane, 323 kes jî winda ne.

Erdhej bi pileya 7,5’an di 1’ê Çileyê de li nîvgirava Noto ya li Behra Japonyayê çêbû.

Li gorî rayedaran hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bûye 168 kes. Li gorî daneyên nû yên parêzgeha Ishîkawayê ku gelekî ji vê karesatê bandor bû, 565 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku 323 kes jî winda bûne û piraniya kesên winda ji bajarê Wajîmayê ne.

Piştî kareseta mezin bi sedan erdhejên biçûk û çêbûn, xanî û rê hilweşiyan û şewat derketin.

Bajarê Tokyoyê jî bi erdhejê hesiya. Erhej bi 300 kîlometreyî dûrî bajarê Wajîmayê qewimî.

Japonya li ser Xeleka ji Agir a Pasîfîkê ye, lewma yek ji wan welatan e ku herî zêde erdhej lê diqewime. Di Adara 2011'an de li Japonyayê erdhejeke giran a bi mezinahiya 9.0 pileyî rû dabû û tsûnamiyeke mezin qewimî bû. Di encamê de nêzî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ev felaket di heman demê de bûbû sedema qezaya nukleerê ya Fûkûşîmayê ku piştî qezaya Çernobîlê ya sala 1986'an a herî giran bû.