Li Qraliyeta Yekgirtî hişyariyên lehiyê: Ji ber bahozê rê hatin girtin

Qraliyeta Yekgirtî piştî Bahoza Henk, rû bi rûyê bahozeke din a tund e.

Bayên herî tund, roja Sêşemê piştî nîvro li Girava Wîght a li başûrê Îngilistanê pêk hatin û leza wê ya di saetê de gihişt 150 km’ê.

Ji sihara Çarşemê û vir ve li seranserê Îngilistan û Gallerê zêdeyî 300 hişyariyên lehiyê hatin kirin.

Li gorî Yekîtiya Torên Enerjiyê ya ku daneyên ji dabînvanên hemû elektrîkê tên berhev dike, nêzî 10 hezar muşterî hîna bê elektrîk in.

Natîonal Hîghways ku rêyên oto bi rê ve dibe, ragihand ku ji ber lehiyê gelek rêyên sereke wê bên girtin.

Natîonal Hîghways ev hişyarî da, “Dibe ku di tevahiya rolê de li gelek herêman baran bên û rê qasî çend saetan bên girtin.”