Bexda 'bi biryar e' ku dawî li hebûna koalîsyona navneteweyî bîne!

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî rojekê piştî êrîşa Emerîkayê ku li Bexdayê pêk hat û di êrîşê de fermandarekî Heşdî Şabî hate kuştin, biryardariya xwe ya bidawîkirina hebûna koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ya li Iraqê dubare kir.

Mihemed Şîa El Sûdanî ku aliyê partiyên nêzîkî Îranê ve tê destekkirin, demekê beriya niha anîbû ziman ku ew dixwaze leşkerên biyanî ji Iraqê derkevin. Lê belê ev daxuyaniya nû di wextê şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de hate dayîn.

Roja Pêncşemê, fermandar û endamekî tevgera El Nûcebayê ku ev tevger komeke girêdayî koalîsyona Heşdî Şabî ye, di encama êrîşeke hewayî ya Emerîkayê de li Bexdayê hatibûn kuştin. Waşingtonê ev rewş weke "xweparastina rewa" pênase kir. Bexdayê jî li hemberî vê yekê rewş weke “êrîşkariya” koalîsyona navneteweyî bi nav kir.

Roja Înê Serokwezîr Sûdanî biryardariya xwe ya bidawîkirina hebûna koalîsyona navneteweyî dubare anî ziman û got: "Çimkî sedema hebûna koalîsyonê bi dawî bûye."

Sûdanî di merasîma bîranîna Qasim Silêmanî de, ku di Çileya 2020’an de di êrişeke hewayî ya Emerîkayê de li Bexdayê hatibû kuştin, daxuyaniyek da û got ku hewce ye bi rêya "komîteyeke dualî"  rêbazên bidawîkirina hebûna koalîsyonê bên diyarkirin.

Ji 2014’an heya niha leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û koalîsyona navneteweyî yên ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Iraqê hatine bicihkirin, ji meha Cotmehê heya niha ku destpêka şerê Îsraîl û Hamasê ye hema bêje her roj li Iraq û Sûriyeyê ew leşkerên bîyanî dibin hedefa êrîşan.

Piraniya van êrîşan Berxwedana Îslamî ya li Iraqê ku girêdayî Heşdî Şabî ye, girt ser xwe.

Di koalîsyona navneteweyî de ku Waşington pêşeng e, gelek welatên weke Fransa û Spanyayê cih digirin.  Ev koalîsyon di serdema ku DAIŞ’ê gelek herêmên berfireh yên li Iraq û Sûriyê xistibû di bin kontrola xwe de hatibû avakirin. Waşîngton jî weke endameke vê koalîsyonê, 2 hezar û 500 leşkerên xwe li Iraqê û 900’î jî li Sûriyeyê bi cih kiriye.