Hejmara qurbaniyên erdheja li Japonyayê bû 78

Hejmara qurbaniyên erdheja ku li herêmên navîn ên Japonyayê rû da bû 78 kes. Hîn jî bi dehan kes winda ne.

Erdheja bi mezinahiya 7.5 pileyî ku Tokyo ya bi 300 kîlometreyî dûrî navenda erdhejê pê hesiya, bandor li nîvgirava Noto ya li wîlayeta Îshîkawa kir.

Ji ber erdhejê avahî hilweşiyan, xisar li rê bû. Ji ber erdheja giran herî kêm 78 kes mirin, 330 kes jî birîndar bûn. Tsûnamiyê jî li peravê xist û pêlên ku bi qasî metreyekê bilind bûn, gelek keştî ji bendergehan dehf dan.

Li gorî rayedarên Îshîkawayê, ji ber felaketa ku 1'ê Çileyê qewimî hîn jî 51 kes winda ne. Serokwezîr Fûmîo Kîshîda roja Pêncşemê di civîneke hikumetê de got, "Rewş gelekî zehmet e, lê belê ji we rica dikim ku heta vê êvarê çi ji destê we tê bikin, ji bo mirov bêne rizgarkirin."

Li Wîlayeta Îshîkawayê 78 kes mirin. Li bajarokê Wajîmayê, tevî şewata mezin di felaketê de xisar li sedan avahiyan bû. Lrewma fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Barana zêde tehdeyê li Hêzên Xweparastinê, arkuj û polîsan dike ku nikaribin bi hêsanî karê lêgerîn û rizgarkirinê bimeşînin. Servîsên meteorolojiyê li ser rîska şemitîna axê de hişyarî dan.

Japonya li ser Xeleka ji Agir a Pasîfîkê ye, lewma yek ji wan welatan e ku herî zêde erdhej lê diqewime. Di Adara 2011'an de li Japonyayê erdhejeke giran a bi mezinahiya 9.0 pileyî rû dabû û tsûnamiyeke mezin qewimî bû. Di encamê de nêzî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ev felaket di heman demê de bûbû sedema qezaya nukleerê ya Fûkûşîma kup itşî qezaya Çernobîlê ya sala 1986'an a herî giran bû.