Moskowa û Kîevê bi sedan êsîrên şer bi hev guhertin

Rûsya û Ûkraynayê ragihandin ku di nava şerê giran de wan 230 êsîrên şer bi hev guhertine.

Piştî daxuyaniyên rayedarên Ûkraynayî ku Moskowayê bi astengkirina danûstandinan sûcdar dikin, ji havînê û vir ve yekemcar êsîrên şer bi hev hatin guhertin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de ku li ser Telegramê hate dayin, hate gotin "Piştî pêvajoyeke danûstandinan a tevlîhev 248 leşkerên Rûs ji xaka ku ji aliyê rejîma Kîevê ve tê kontrolkirin, vegeriyan welatê xwe."

Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî got, "Zêdeyî 200 leşker û sivîlên me ji esareta Rûs vegeriyan."

Li gorî Komîserê Mafên Mirovan ê Ûkraynayê Dmîtro Lûbînets, ji destpêkirina êrîşa Rûs a Sibata 2022'an û vir ve di vê pevguhertina 49'emîn de ya navbera Kîev û Moskowayê, 230 leşkerên Ûkraynayî hatin vegerandin.

Lûbînets roja Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 24'ê Sibata 2022'an û vir ve 2 hezar û 828 êsîrên Ûkraynayî vegeriyan malên xwe.

Li gorî medya Ûkraynayê jî di destê herdu aliyand e hîn jî bi hezaran êsîr hene.

Her wiha li gorî Kîev û Moskowayê, pevguhertina êsîran bi navbeynkariya Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî hate kirin.