Somaliyê peymana deryavaniyê ya Etîyopya-Somalîland betal kir!

Serokkomarê Somaliyê Şêx Mohamûda peymana deryavaniyê ya di navbera Etîyopya û Somalîlandê de ku weke “derqanûnî” didît, betal kir.

Herêma Somalîland sala 1991’an serbixwebûna xwe ya ji Somaliyê îlan kir. Herêma Somalîland hîmayayek kevin a Îngilîz e û ji aliyê civaka navneteweyî ve nayê naskirin. Somalîland 1’ê Çileyê metna lihevkirinê îmze kir.

Di vê peymanê de wê qasî 50 salan destûr ji Etiyopyayê re bê dayin ku karibe xwe bigihîne 20 kîlometreyê şerîda peravê.

Serokkomarê Somaliyê Şêx Mohamûda diyar kir ku peyman “derqanûnî” ye û li ser hesabê xwe yê X’ê ji bo qanûna ku îmze kirî, ragihand ku ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî parastina yekîtî û desthilatdariya wan nîşan dide.

Hikûmeta Somaliyê soz da bû ku wê bi hemû rêyên qanûnî li dijî vê peymanê derbikeve.

Mogadîşû diyar kir ku ev êrîşkarî û binpêkirina desthilatdariya wî ye û soz da ku wê li dijî vê peymanê bi “hemû rêyên qanûnî” têbikoşe.

Himûmet li dijî daxwaza Somalîland a serbixwebûnê derdikeve.

Somalîland ku serbixwebûna xwe ya yekalî ragihand, bi xwe pereyê xwe çêdike û pasaportên xwe derdixîne. Lê ji ber ku di warê navneteweyî de nayê naskirin, di rewşeke tecrîdê de ye.