Hejmara koçberiya ber bi Spanyayê ve zêde dibe

Li gorî daneyên hikûmeta Spanyayê, di sala 2023'yan de hejmara koçberên ku bi rêyên neqanûnî hatine Spanyayê, gelekî zêde bûye.

Li gorî rapora salane ya Wezareta Karên Hundirîn a Spanyayê, nêzîkî 57 hezar kes hatine tomarkirin. Ev hejmar li gorî sala 2022’yan zedebûneke bi qasî ji sedî 82’yan nîşan dide. Di sala 2022’yan de 32 hezar kes derbasî Spanyayê bûbûn.

Mezintirin sedema vê zêdebûnê koçberiya ber bi Giravên Kanaryayê ye.  Di sala 2023’yan de nêzîkî 40 hezar koçber derbasî giravên Spanyayê bûne û ev yek weke mezintirîn hejmar tê zanîn.

Ev zêdebûn bi taybetî bi zêdebûna bêîstîkrariya li welatên weke Fas, Senegal, Gambiya, Gîne û Sahelê ve tê têkildarkirin.

Li gorî Fernando Grande Marlaska ê Wezîrê Karên Hundirîn ê Spanyayê, ji ber zêdebûna bêîstikrariyê hejmara kesên ku ji van welatan derketine, zêde bûye.

Ev rotaya koçberiyê ya ber bi Giravên Kanaryayê ve ji ber demdirêjiya rêwîtiya li ser behrê û mercên dijwar talûkeyeke mezin e li ser jiyana koçberan. Hat ragihandin ku di navbera salên 2018 û 2022’yan de  nêzîkî 7 hezar û 800 koçber li ser rotaya Atlantîkê mirine.

Her wiha hejmara koçberên ku ji Bakurê Afrîkayê derbasî Spanyayê bûne jî zêde dibe. Ji destpêka vê salê heya niha nêzîkî 15 hezar kes ji Cezayîr û Fasê derbasî Spanyayê bûne û ev hejmar par nêzîkî 11 hezar û 699 kesan bû.

Lê belê, koçberiya ji peravên bakurê Fasê ya ber bi herêmên Spanî yên weke Ceuta û Melîllayê ve ji sedî 46 kêm bûye. Ev kêmbûn bi asayikirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Spanya û Fasê ve têkildar e.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ji bo lêkolîna sîstema koçberî û îltîcayê ya Ewropayê,  lihevkirina di navbera welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de bi kêfxweşî pêşwazî kir. 

Spanya piştî Almanya û Fransayê bû yek ji sê welatên Yekîtiya Ewropayê ku di sala 2022’yan de herî zêde serlêdanên penaberiyê standiye. Lê belê, li gorî hejmara koçberên  li Îtalyayê ev hejmar hê jî gelekî kêm e ku Îtalya weke deriyê sereke yê Yekîtiya Ewropayê tê zanîn.