HRW: Îsraîl karkerên ji Xezeyê tên di şert û mercên nemirovî de digire

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), diyar kir ku piştî êrîşên 7'ê Cotmehê, rayedarên Îsraîlê bi hezaran karkerên ji Xezeyê hatine bi hefteyan binçav kirine û gelek ji wan di şert û mercên herî xirab ên dervî mirovî de ragirtine.

HRW'ê, ragihand ku karkerên ku piştî 7'ê Cotmehê hatine binçavkirin li Israîlê û Şerîaya Rojava tên ragirtin û hin ji wan jî bi îdîaya têkiliya wan bi êrîşan re heye, ketine ber lêpirsînê. 

Di 3'ê Mijdarê de zêdeyî 3 hezar karkerên Fîlîstînî hatin berdan, lê belê rayedarên Îsraîlê derbarê hejmara karkerên ji Xezeyê hatine û rewşa karkerên di binçavan de agahî neda. 

HRW'ê, ev yek wek "biçûk xistin û muameleya xerab" bi nav kir û bang lêpirsînê li rayedarên Îsraîlê kir.

HRW'ê, bi karkerên hatine binçavkirin re axivî û tespît kir ku derb, gefa kuştin û muameleya xirab ên biçûk xistinê pêk hatine.

Rayedarên Îsraîlê diyar kirin ku, karker hatine lêpirsînkirin û der barê êrîşan de agahî ji wan hatiye xwestin. 

Berpirsa mafê koçberan a HRW’ê Mîchelle Randhawa got: "Rayedarên Îsraîlê bi hefteyan bi hezaran karker bê sûc ragirtine û hin ji wan rastî muameleya xirab hatine." 

Randhawa wiha domand: "Lêgerîna faîl û alîgirên êrîşên 7'ê Cotmehê, muameleya xerab a li hemberî karkerên ku li Îsraîlê destûra kar girtine, rewa nake."

Li gorî rayedarên Îsraîlê, di êrîşên 7'ê Cotmehê yên bi pêşengiya Hamasê de bi qasî 1200 kes mirin ku piraniya wan sivîl in. Li gorî rayedarên Xezeyê jî, di êrîşên Îsraîlê de zêdeyî 22 hezar Fîlîstînî ku zêdeyî 8 hezar 500 zarok bûn mirine.

Ji bo nêzî 18 hezar û 500 karkerên ji Xezeyê di 7'ê Cotmehê de li Îsraîlê destûra kar hatibû dayîn, lê ne diyar e ka wê rojê çend kes li Îsraîlê bûn. Kesên ku ji Xezeyê ji bo destûrê serlêdanê dikin, demek dirêj dibin nirxandinên ewlehiyê de derbas dibin.

Randhawa got, "Divê rayedarên Îsraîlê agahiya bê çend karkerên ji Xezeyê di 7'ê Cotmehê de li Îsraîlê bûn, çend kes hatin binçavkirin, her wiha ji karkeran çend hêj di bin çavan de tên ragirtin û hinçeta binçavkirinan parve bike. "

Randhawa, anî ziman ku divê raporên muameleya xirab ên di dema binçavkirinê de bên lêkolînkirin û ji bo hemû mirovan muameleyek mirovî pêk were.