Parlamenterê Fransî têkildarî zextên li ser Kurdan pirs ji Wezareta Karên Hundir kir

Parlamenterê Fransî Jean-Paûl Lecoq di pêşnûmepirsa xwe de, zextên ku li ser Kurdan zêde dibin kir rojev.

Parlamenterê Çep ê Komarparêz û Demokrat Jean-Paûl Lecoq, bala Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê kişand ser rewşa Kurdên li Fransayê.

Di pêşnûmeyê de hat gotin ku “bi dehan salin civakek heye ku li Fransayê bi cih bûne” û bi taybetî îşaret bi zilma li Tirkiyeyê kir.

Lecoq bal kişand ser têkoşîna vê civakê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku “li Tirkiyeyê zext li ser vê civakê hatiye kirin”. Lecoq destnîşan kir ku di demeke ku DAÎŞ hîna gefê çêdike de, “cesareta Kurdan cihê teqdîrê ye”.

Di pêşnûmeyê de ev tişt jî hat gotin: “Beriya 10 salan li Parîsê 3 jinên aktîvîst ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin. Bi vê yekê re Kurd bi rengekî giran berdêla girêdanbûna xwe ya bi azadî û demokrasiyê re didin. Ji ber ku Fransa van nirxan parve dike, rayedarên welêt têkîliyên baş bi vê civakê re dimeşînin. Ku ev civak rêz nîşanî Komara Fransayê dide.

Ev çend meh in Kurdên li Fransayê û bi taybetî penaberên siyasî, bûne hedefa polîtîkayeke zextê ku mînaka wê nehatiye dîtin. Partiya Karkerên Kurdistanê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de di refên herî pêş de cih girt û jiyana bi hezaran Êzidiyan rizgar kir. Tevî vê yekê jî derbarê kesên ku bi fînansekirina Partiya Karkerên Kurdistanê tên sûcdarkirin de, her roja derbasbûyî hîn zêdetir dozên cezayê tên vekirin. Mal û milkên hinekî din, tenê ji ber ku tevlî nava jiyana civakî bûne bi rengekî kêfî hatin rawestandin û ji ber vê yekê jî jiyana rojane ya hemû malbatan tengav bû.

Di demên dawî de jî koçberan statuya xwe ya koçberiyê ji dest dan û gef lê hatin xwarin ku wê dersînorî Tirkiyeyê bên kirin. Ku wê li Tirkiyeyê rû bi rûyê metirsiya êşkence û mirinê bimînin. Saziyên darazê yên Ewropayê têkildarî vê yekê raporên berfireh weşandin.

Beriya demekê koçberê siyasî Serhat Gultekîn, tevî gelek serlêdanên hatine kirin jî, bi nemerdane dersînorî Tirkiyeyê hate kirin. Mafên wî yên herî esas hatin binpêkirin. Her wiha nexweşê sendroma Marfanê ye û ji vê rewşa xwe ya cidî wê li Tirkiyeyê ti tedawiyê nebîne. Ji ber aktîvîzmê cezayê girtîgehê yê 15 salan lê hate birîn û dersînorkirina wî ji aliyê rayedarên Tirk ve bi rengekî medyatîk hate biçûkxistin. Çawa gihişt Tirkiyeyê avêtin girtîgehê û li gorî parêzerên wî û ji aliyê servîsên veşartî (MÎT) ve rû bi rûyê muameleya xirab ma. Ev zexta li ser Kurdên li Fransayê, bêedaletî û bêrûmetî ye. Ev yek zirarê dide îtîbara welêt.”

Lecoq têkildarî vê yekê ev pirs ji Wezareta Karên Hundir kir: “Ji bo dawî anîna vê zexta ku li dijî Kurdên li Fransayê zêde bûne û ji bo parastina Kurdan, plan tê kirin ku tedbîrên çawa bên girtin?”