Li Xezeyê di 24 saetan de 113 kes mirin, di sê mehan de 22 hezar û 835 kes mirin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 22 hezar û 835 kes mirin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji 7’ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 22 hezar û 835 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nava 24 saetan de 113 kes, ji 7’ê Cotmehê û vir ve jî 22 hezar û 835 kes di êrîşên Îsraîlê de mirin.
Hat diyarkirin ku li Xezeyê 58 hezar û 416 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di daxuyaniyeke cuda de, ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de du rojnamevanên Fîlîstînî mirin.
Wezaretê û rayedarên rizgarkirinê ragihandin ku kameramanê ku ji bo AFP’ê dixebitî Mûstafa Thûraya û rojanamevanê ku ji bo kanala El Cezîre dixebitî Hamza Wael Dahdûh dema ku di wesayetîkê de bûn, hatin kuştin.
Bavê Hamza al-Dahdûh, Wael al-Dahdûh şefê buroya El Cezîreyê ya li Xezeyê bû û berî demekî kurt di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûbû.
Wael al-Dahdûh di hefteyên destpêkê yê şer de, di êrîşeke cuda ya Îsraîlê de hevjîna xwe û du zarokên xwe winda kiribûn. Mûstafa Thûraya ji sala 2019’an ve bi AFP’ê re dixebitî.
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan ji 31’ê Kanûnê û vir ve herî kêm 77 rojnamevan û xebatkarên medyayê li Xezeyê hatin kuştin. Ji van rojnamevanan 70 Flîlîstînî, 4 Îsraîlî û 3 jî Lubnanî bûn.