Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Li Iraqê êrîşa bi droneyê: 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin

Li paytexta Iraq Bexdayê, di êrîşeke dorneyê de ya li ser avahiyekê, 2 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqî û rayedarekî Haşdî Şabî diyar kir ku roja Pêncşemê li hemberî avahiyeke rêxistina wan a li Bexdayê bi droneyê êrîşek hatiye kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama êrîşê de 2 endamên Haşdî Şabî hatine kuştin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê ragihandin ku Alîkarê Fermandarê Operasyonên Bexdayê Muştak Talîp El Saîdî jî yek ji kesên hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, êrîş li rojhilatê Bexdayê li hemberî navendeke piştevaniya lojîstîkî ya Haşdî Şabî hatiye kirin.

Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 7 endamên Haşbî Şabî jî birîndar bûne.

Haşdî Şabî ev bîlanço piştrast kir û hêzên Emerîkî sûcdar kir.