Şerê li Xezeyê kete meha çaran

Şerê navbera Îsraîl û Hamasê roja Yekşemê kete meha çaran. Sibeha Yekşemê jî Îsraîlê êrîş bir ser Xezeyê.

Piştî êrîşa 7'ê Cotmehê ya Hamasê ku di encamê de 1.140 kes hatin kuştin ku piraniya wan sivîl bûn, Îsraîlê bi îdîaya tunekirina Hamasê dest bi bombardûmanê û operasyona bejahî kir. Di dema êrîşa Hamasê de nêzî 250 kes hatin revandin, 100 ji wan di dema agirbesta meha Mijdarê de hatibûn berdan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, li Şerîda Xezeyê ku di bin dorpêça êrîşên Îsraîlê de ye, piraniya wan sivîl 22 hezar û 722 kes hatin kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hemû taxên herêmê bi bombardûmanê hatin hilweşandin û ji sedî 85 ê nifûsa herêmê neçar hate hiştin ku bireve, lewma krîzeke giran a mirovî rû da.

Şahidan diyar kirin ku sibeha Yekşemê bajarê Xan Yûnûsê hatiye bombekirin ku li başûrê Xezeyê ye. Hate ragihandin ku ji bejahî ve jî şer qewimî ye. Li gorî ajansa fermî ya Fîlîstînê Wafa, gelek kes hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Li Şerîa Rojava jî ku ji sala 1967'an û vir ve di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye, li gorî Rêveberiya Fîlîstînê di serdegirtineke hêzên Îsraîlê de ya li Cenînê 6 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Polîsan diyar kirin ku efserekî Îsraîlî di teqînê de mir.

LI GORÎ ÎSRAÎLÊ, RÊXISTINIYA LEŞKERÎ YA HAMASÊ YA LI BAKUR HATIYE TASFIYEKIRIN

Roja Şemiyê, artêşa Îsraîlê ya ku 27'ê Cotmehê li xaka Fîlîstînê dest bi operasyona bejahî kir, îdîa kir ku 'Rêxistiniya leşkerî ya Hamasê ya li bakur ji hev hatiye belavkirin'.

Berdevkê artêşê Danîel Hagarî got, "Bala me niha li ser navendê û başûr e" û anî ziman ku şervanên Hamasê hîn jî li bakur 'bêyî rêxistinî û fermandarekî' kar dikin.

LI TEL AVÎVÊ XWEPÊŞANDAN

Di vê navberê de li gel zext û bangên navneteweyî yên ji bo agirbestê jî Îsraîl navberê nade operasyonan. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû êvara Şemiyê daxuyaniyek da û got, "Heta ku Hamas ji holê bê rakirin, dîlgirtî bêne rizgarkirin û Xeze li ser Îsraîlê êdî nebe gefek, divê şer neyê rawestandin."

Êvara heman rojê li Tel Avîvê gelek Îsraîlî li hev kom bûn û banga hilbijartina pêşwext û îstifakirina hikumetê kirin.

BLÎNKEN LI HERÊMÊ DEST BI TÛREKE NÛ KIR

Li qada dîplomatîk jî Antony Blînken ê li Ammanê dest bi tûreke nû ya li welatên Ereb û Îsraîlê kir, diyar kir ku çi dibe bila bibe divê xwe ji şer vegirin û pêşî li 'tundiyeke bêdawî' bê girtin.

Blînken piştî serdanên li Tiriye û Gîrîtê, wê bi Qralê Urdunê Abdullah ê 2'yemîn re hevdîtinê bike û sedana navenda bernameya Xurekê ya Cîhanê bike.

Blînken êvara Şemiyê li Gîrîtê daxuyanî da û got, "Divê em nehêlin ku şer belav bibe" û diyar kir ku yek ji fikarên esasî, sînorê navbera Îsraîl û Lubnanê ye.

ENIYA LUBNANÊ

Hîzbûllah ku hevalbendê Hamasê ye, roja Şemiyê bi dehan roket avêt baregeheke leşkerî ya li bakurê Îsraîlê. Ev êriş weke bersiva destpêkê ya li êrîşa li taxên başûrê Beyrûdê hate nirxandin ku roja Sêşemê êriş bi balafireke bêmirov hatibû kirin û rayedarê Hamasê yê payebilind Salîh el Arûrî hate kuştin.

HÛSÎ

Ji 7'ê Cotmehê û vir ve li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê di navbera hêzên Hîzbûllah û Îsraîlê de her roj şer diqewime. Li Sûriye û Iraqê jî ji 7'ê Cotmehê û vir ve êrîş li ser baregehên leşkerî yên DYE'yê têne kirin. Raperînerên Hûsî yên li Yemenê jî ku mîna Hamas û Hîzbûllahê ji Îranê piştgiriyê werdigirin, ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyên li Xezeyê êrîş birin ser keştiyên li Derya Sor û trafîka deryayê ya cîhanê li herêmê dixitimîne.

MSF: REWŞ GELEKÎ XETERE YE

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Doktorên Sînornenas (MSF) roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku wan personelên xwe yên li nexweşxaneyeke li navenda Xezeyê veguhastine. Endama MSF'ê Carolîne Lopez got, "Rewş welê xetere bûye ku hin endamên tîma ya li taxê jni ber gefên balafirên bêmirov û sekvanan nikarin ji malên xwe derkevin."

NÊZÎ 2 MILYON MIROV JI CIH Û WARÊ XWE BÛN

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, êrîşa Îsraîlê bû sedem ku ji 2.4 milyon Fîlîstîniyan 1.9 milyon mirov ji cih ûw arê xwe bibin. Piraniya van mirovan ji av, xwarin, derman û xizmetên tenduristiyê bêpar in.

Koordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths diyar kir ku Xeze bûye 'cihekî ku jiyan lê nabe', 'cihekî mirin û bêhêvîtiyê'.