Êrîşî baregehên DYE’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin

Hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi balafirên bê mirov êrîşî baregehên DYE’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi balafirên bê mirov êrîşî baregehên El-Tenif û El-Şeddadî yên ayîdê DYE’yê kir. Ev baregeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin.

Li gorî agahiyên servîsa Erebî ya Rojnews’ê, Hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê ev daxuyanî da: “Weke bersiva komkujiyên ku Îsraîl li Xezeyê li dijî gelê me pêk tîne û weke berdewama berxwedana me ya li dijî hêzên dagirkeriya Emerîkî ya li Iraq û herêmê, Mucahîcên Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi balafirên bê mirov êrîş bir ser baregehên El Tenif û El Şeddadî yên li kûrahiya Sûriyeyê cih digirin. Berxwedana Îslamî car din nîşan da ku wê kelehên dijmin tune bike.”

Ji destpêkirina şerê Îsraîl-Hamasê û vir ve, komeke bi navê ‘Hêzên Berxwedana Îslamî ya Iraqê’ ku tê îdîakirin alîgirê Îranê ye, li Iraq û Sûriyeyê êrîşî baregehên DYE’yê dike.