Li Kabûlê êrîşa DAÎŞ'ê: 2 kes hatin kuştin

Roja Şemiyê li taxeke Şîa ya paytexta Efganistan Kabûlê, di otobusekê de teqîn pêk hat û di encamê de 2 kes mirin. Çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Li paytexta Efganistan Kabûlê ku piraniya şêniyên wê Sûnî ne, li herêma Deştê Barçî ya ku civaka Şîa Hazara Misliman lê dimîne, di otobusekê de teqînek pêk hat.

Berdevkê polîsên Kabûlê Halîd Zadran got, "Li gorî agahiyên destpêkê, mixabin 2 sivîlên di otobusê de bûn jiyana xwe ji dest dane û 14 kesên birîndar bûne jî, rakirin nexweşxaneyê."

Şaxa çeteyên DAÎŞ'ê ya li herêmê di Telegramê de peyamek weşand û berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Di meha Mijdarê de jî li heman herêmê di encama teqîna li otobusekê de 7 kes miribûn û cardin DAÎŞ'ê berpirsyariya wê êrîşê girtibû ser xwe.

Herçendî hejmara teqîn û êrîşên xwekujî yên li Efganîstanê piştî Talîbanê di Tebaxa 2021’an hat ser desthilatdariyê kêm bû be jî, hin komên çekdar bi berdewamî êrîş dikin.