Di şerê Xezeyê de rewşa dawî

Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ve hate eşkerekirin, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de nêzî 23 hezar kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 22 hezar û 835 kes hatine kuştin.

Wezaretê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve 58 hezar û 166 Fîlîstînî birîndar bûne.

Bombardûmanê taxên Xezeyê hemû hilweşand, ji sedî 85 ê nifûsa herêmê ji cih û warê xwe kir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî asta felaketê gihîştiye krîza mirovî.

DU ROJNAMEVANÊN DIN HATIN KUŞTIN

Roja Yekşemê du rojnamevanên ji qenala Qatarê El Cezîre re dixebitîn, li Refahê di êrîşeke li ser wesayita wan de hatin kuştin. Li gorî rayedaran kameramanê serbest ê ji bo AFP'ê dixebitî Mûstafa Thûraya û xebatkarê qenala El Cezîre rojnamevan Hamza Wael Dahdûh dema ku bi wesayitê diçûn, hatin kuştin. Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan ji 7'ê Cotmehê heta 31'ê Kanûnê di şerê navbera Îsraîl û Hamasê de herî kêm 77 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatin kuştin. Ji van rojnamevanan 70 Fîlîstînî, 4 Îsraîlî û 3 jî Lubnanî bûn.

ŞERÎA ROJAVA

Li Şerîa Rojava jî ku ji sala 1967'an û vir ve dagirkirî ye, tundî gihîşt asta herî bilind a bîst salên dawî. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ya li Ramallahê, di êrîşên Îsraîlê de roja Yekşemê li Cenînê (bakur) 8 Fîlîstînî hatin kuştin.

Polîseke jin a Îsraîlî li Cenînê di encama teqîna bombeyek li nêzî wesayita wê, hate kuştin. Li nêzî Ramallahê di şer de sivîlekî Îsraîlî hate kuştin.

Êvara Yekşemê polîsên Îsraîlê piştrast kirin ku li nêzî Qûdsê di encama gulereşandina wezîfedaran de ku dest li êrîşeke li wesayitekê werdan, zarokek hate kuştin.

YEK JI NEXWEŞXANEYÊN DAWÎ HATE VEGUHASTIN

Saziyên alîkariya mirovî yên navneteweyî diyar kirin ku li Şerîda Xezeyê yek ji nexweşxaneyên dawî ji neçarî hatiye veguhastin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ji nexweşxaneya El Aksa ya li Deyr el Belahê zêdeyî 600 nexweş ji ber 'giranbûna şer' neçar man ku ji avahiyê derkevin.

Personelên Doktorên Sînornenas (MSF) jî piştî êrîşa li ser unîteya lezgîn heman nexweşxane terikandibûn.

TÛRA BLÎNKEN A LI HERÊMÊ

Tê payin ku Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken êvara Yekşemê serdana Îsraîlê bike.

Blînken beriya Tel Avîvê wê derbasî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî bibe. Ev serdan ji destpêka şer û vir ve serdana çaremîn a Blînken e ku li herêmê pêk tîne.