Di êrîşa li Îranê de hejmara miriyan a fermî bû 84 kes

Li başûrê Îranê roja Çarşemê êrîşek bombeyi pêk hatibû. Hejmara miriyên di êrîşê de hate sererastkirin û bi awayekî fermî weke 84 kes hatin eşkerekirin.

Serokê servîsên lezgîn ê welêt Cafer Mîadfar roja Pêncşemê di televîzyona dewletê de axivî û got, "Li gorî daneyên dawî 84 kes mirine" û got, "284 kes birîndar bûne ku niha 195 kes hêj li nexweşxanê tên dermankirin.”

Herdu teqîn li Kirmanê li nêzî gora Generalê Îranê Qasim Silêman pêk hatibûn. Qasim Silêmanî yê ku di Çileya 2020’an de li Iraqê di êrîşeke hewayî de ji aliyê Emerîkayê ve hatibû kuştin, mîmarê operasyonên leşkerî yên Îranê yên li Rojhilata Navîn bû.

Teqîn di kêliyên merasîma bîranîna general Silêman de ku di nav wan de nûnerên Komara Îslamî ya Îranê jî heyî, pêk hat.

Medya dewletê beriya niha ragihandibû ku di bilançoya teqînan de, di navbera 95-103 kesan mirine.

Wezîrê Karên Hundir Ahmed Vahîdî diyar kir ku, ji ber ku rewşa hin birîndaran 'krîtîk' e dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ev êrîşên ku ti hêz yekser berpirsyariya wê negirt ser xwe, piştî şerê Îsraîl û Hamasê ya li Xezeyê bi 3 mehan pêk hat. Beriya teqînên li Îranê, navê bi reqema du li nêzî Beyrûdê di êrîşa balafirê bêmirov a bombebarkirî de hat kuştin. Berî niha jî li Sûriyeyê fermandarekî Îranê di encama êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin.