Bakirhan li Saraçhaneyê ye: Heta ku karker ji vir neçin, em jî naçin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan tevlî meşa 1’ê Gulanê ya li Saraçhaneyê bû û wiha got: “Heta ku çîna karkeran ji vir neçe em jî dê ji vir neçin.”

PÎROZBAHIYA 1’Ê GULANÊ

Ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya tê xwestin li Taksîma Stenbolê bê kirin, bi hezaran kes li Saraçhaneyê kom bûn. Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kirin. Li hin noxteyên Saraçhaneyê girse bendemayîna xwe didomîne. KESK û DÎSK’ê daxuyaniya “çalakî bi biryara komîteya amadekar hatiye bidawîkirin” da. Girseyê bertek nîşanî vê biryarê da. 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî wiha got: “Heta ku çîna karkeran ji vir neçe em jî dê ji vir neçin.”