Erdheja li Japonyayê: Hîn jî zêdeyî 220 kes winda ne

Hat zanîn ku ji ber erdheja li Japonyayê hîn jî bi sedan kes winda ne.

Rayedarên herêmî sihara Yekşemê daxuyaniyeke nû dan û ragihandin, ku di erdheja bi meznahiya 7,5 pileyî de ku nîvgirava Noto ya li Behra Japonyayê hilweşand, 126 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi taybetî li bajarokên Wajîma û Sûzû erdhej bû sedem ku 560 kes birîndar bibin û 222 kes jî winda bibin.

5 roj piştî erdhejê, roja Şemiyê di kavila maleke ku li Sûzûyê hilweşiya de, jineke pîr hate rizgarkirin.

Li gorî agahiyên televîzyona NHK’ê, rewşa jina ku hatî rizgarkirin baş e.

Erdhej li Wajîmayê bû sedem ku şewat çêbibin.