Salvegera 30. a Tevgera Zapatîsta hate pîrozkirin

Bi sedan kesên ku li Chîapasê hatin cem hev, salvegera 30. a salvegera Tevgera Zapatîstayê pîroz kirin.

Tevgera Zapatîsta bi pîrozkirina 30’yemîn salvegera damezrandina xwe derbasî sala 2024'an bû.

Pîrozbahî di navbera 30'ê Kanûna 2023'yan û 2'yê Çileya 2024'an de  li Chîapasê (herêma ku welatiyên Zapatîstas lê ne) hate pêkanîn. Di pîrozbahiyê de ligel bi sedan kes, nûnerên saziyên navneteweyî jî amade bûn.

Fermandariya Zapatîsta 30'yemîn salvegera Tevgera Zapatîsta bi bernameyeke çandî pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de IDK'ya enternasyonalîst (Initiative Demokratischer Konfoderalismus) û rêxistina GK’ê (Gemeinsam Kampfen), têkoşerê enternasyonalîst Mîchael Preser (Bager Nûjiyan) ku di şoreşa Kurdistanê de şehîd bûbû, bi bîr anîn. Di pîrozbahiyê de berxwedana gerîla hate silavkirin. Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.