Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Li Iraqê êrîşa DAÎŞ'ê: 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin

Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê, di êrîşeke DAÎŞ'ê de 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Heşdî Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku tabûra 2 ya lîwaya 22 ya Fermandariya Operasyonên Kerkûk û Rojhilatê Dicle li parêzgeha Selahedînê kariye rûbirûyê êrişeke DAÎŞ'ê hatiye.

Hate gotin, doh bi şev çeteyên DAÎŞ'ê êrişî xaleke hêzên Heşdî Şabî ya li navçeya Zerke ya li rojhilatê parêzgeha Selahedîn kirine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşa DAÎŞ'ê de 2 çekdarên Heşdî Şabî hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.