Hikûmeta Iraqê ji ber êrîşa li Bexdayê koalisyona navneteweyî berpirsyar girt

Hikûmeta Iraqê, ji ber êrîşa bi droneyê ya li Bexdayê ku di encamê de 2 kes ku yek ji wan rayedarekî payebilind ê Haşdî Şabî bû mirin, koalisyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê berpirsyar girt.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Yahya Resûl daxuyaniyek da û got, "Hêzên leşkerî yên Iraqê hêzên koalîsyona navneteweyî ji vê êrîşê berpirsyar digirin."

Resûl êrîşa bi dronayê weke "berfirehbûna êrîşeke xetere" bi nav kir.

Di êrîşa bi dronayê ya roja Pêncşemê pêk hat de, 2 endamên tevgera El Nucaba ya girêdayî Haşdî Şabî hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, ragihandin ku "Cîgirê Fermandarê Operasyonan ê Bexdayê Muştak Talîp El Saîdî" di nava kesên mirî de ye.