ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Xelîl Mûsa Hisên ê berî heftiyekê hatibû dersînorkirin, li Efrînê hat revandin. -
Li Tebqa û Minbicê cenazeyê şehîdan hatin veşartin
Cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elî Mihemed El Esaf li Tebqayê û Şehîd Şerîf El Ehmed jî li Minbicê hate veşartin. -
Cenazeyê Mûsa El Hemadî bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mûsa Mihemed El Hemadî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li Hikumiyê hat veşartin. -
Di operasyona 'Ewlehiya Domdar' heta niha 40 çete hatin girtin
'Operasyona Ewlehiya Domdar' a li Kampa Holê û derdora wê hatibû destpêkirin di roja duyemîn de didome. Di encama operasyonê de 40 çete hatin girtin. -
Hecî Ehmed: Berxwedana gel wê qeyûman têk bibe
Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Hecî Ehmed bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Xelfetiyê da û got: “Berxwedana gel wê qeyûman têk bibe.” -
'Dem dema azadiya Rêber Apo ye'
Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Sîpan Xelef diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên xwe li dijî tevahiya qanûnên hiqûqî derdikeve û got: “Dem dema azadiya Rêber Apo ye.” -
Ciwanên Kobanê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin
Bi dehan Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi meşekê berxwedana ciwanên Bakurê Kurdistanê silav kirin. -
Li Holê 20 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ a li Kampa Holê û dora wê de 20 çete ji şaneyên DAÎŞˋê hatin girtin û çeteyek jî hat kuştin. -
Li Şehbayê Berxwedana li Bakurê Kurdistanê hate silavkirin
Ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Êlih, Xelfetî û Mêrdînê, Yekîtiya Şaredariyên Kantona Efrîn-Şehbayê meşek girseyî lidar xistin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Agir hate veşartin
Şervanê QSD'ê Bawer Agir hate veşartin. Di merasîmê de hate gotin, "Em amade ne ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dijmin şer bikin." -
'Em ne ew gel in ku serî li hemberî qeyûman bitewînin'
Navenda Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê nerazîbûnên xwe yên li hemberî desteserkira şaredariyan nîşan da û got: "Ew ê bi kiryarên bi vî rengî nikaribin îradeya gelê me bişkînin." -
Li dijî DAÎŞ'ê 'Operasyona Ewlekariyê ya Domdar' hate destpêkirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û hevkarên wan ên li Kampa Holê û derdora wê 'Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar' ava kirin û dest bi operasyonê kirin. -
'Pirsgirêkên li herêmê bi azadiya Rêber Apo çareser dibin'
Silêman Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker careke din pergala êşkence û qirkirinê li Rêber Apo ferz dike û got, "Çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe." -
Li Şehbayê cenazeyê şervanê HRE'yê Rustem Efrîn hate veşartin
Xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê HRE’yê şehîd Rustem Efrîn li goristana Şehîd Zozan Amanos veşart. -
Federasyona Gaziyan: Têkoşîna li dijî qeyûman pîroz e
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî xespa îradeyê ya li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û berxwedana gel a li hemberî qeyûman silav kir. -
15 şaredariyên Kantona Firatê nerazîbûn nîşanî xespa li Bakurê Kurdistanê dan
Li Bakurê Kurdistanê qeyûm li ser sê şaredariyên DEM Partiyê hate tayînkirin û şaredarî hatin desteserkirin. Li dijî xespa li îradeyê, 15 şaredariyên Kantona Firatê bi hev re daxuyanî dan. -
'Şoreşa Rojava ruhekî nû afirand'
Mamosteyê Wêjeya Kurdî Salih Heydo da zanîn ku ger mirov bixwaze jiyaneke bi zanîn derbas bike, divê bi zimanê xwe bixwîne û got: "Şoreşa Rojava ruhek da ruhê me û niha em bi serfirazî bi zimanê xwe dinivîsîn." -
HRE'yê şehadeta Rustem Efrîn ragihand
HRE'yê ragihand ku şervanê wan Rustem Efrîn şehîd bûye û diyar kir ku wê heta serxistina armanca şehîdan têkoşînê dewam bikin. -
Li Reqayê meşa ji bo azadiya Rêber Apo
Li Reqayê bi sedan kes tecrîda Îmraliyê protesto kirin û ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. -
Hevserokê Bajarokê Ezbeyê hate qetilkirin
Hevserokê Meclîsa Bajarokê Ezbeyê Xelef Elî El Hisên di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin. -
Li Efrînê kesek ji aliyê dagirkeran ve hate qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesek qetil kirin. -
HRE: 3 çeteyên dagirker hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li herêmên dagirkirî de 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
'Li Îmraliyê êşkence dewam dike, em têkoşînê mezin bikin'
Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ragihand ku 'cezayên dîsîplînê' yên li Rêber Apo hatine birîn dewama polîtîkayên êşkence û qirkirinê ye û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir. -
'QSD gel e, gel jî QSD ye'
Endamê Fermandariya QSD’ê Luqman Xelîl diyar kir ku ew ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nahêlin û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de amadekariyeke mezin tê kirin. Luqman Xelîl bibîrxist ku êrîş ji bo têkbirina aramiya herêmê ne. -
Rapora binpêkirinan: 501 kes li herêmên dagirkirî hatin revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsal ve 501 welatiyên Efrîna dagirkirî û herêmên din revandine.