Nobeta li dijî desteserkirinê ya li Mêrsîn û Stenbolê berdewam dike

Li Mêrsîn û Stenbolê çalakiyên nobetan ên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dike. Di çalakiyan de peyama, “Têkoşîna cemawerî” hat dayîn.

NOBETÊN LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Çalakiyên nobetan ên piştî di 3’yê Hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hate kirin û hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hate girtin hatibûn destpêkirin didomin. Di nobetên ku li Stenbol û Mêrsînê tên meşandin de bigotina “Qeyûm desteserkirina vîna gel e” hate destnîşankirin ku dê li dijî vê yekê têkoşîn bidome.

STENBOL 

Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam kir.  Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankarta “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” hate vekirin. Di çalakiya ku gelek welatî beşdar bûn de stranên Kurdî û Tirkî hatin lêxistin. Di çalakiya ku tilîlî û çepik lê kêm nebûn de beşdarvanan govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qeyûm dê biçe em ê bimînin” “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Bijî berxwedana zindanan” , “Bila bimre faşîzm” û “Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol bi te re ye” hatin berzkirin.

Endamê Komeleya Alîgirên Mezopotamyayê Mûhammet Aslan ê di nobetê de axivî, wiha got: “Heta ku em li ber xwe nedin û ne têbikoşin tayînkirinên qeyûman dê bidomin. Çawa ku di salên 90’an de mezinên me li ber xwe dan em jî dê weke zarokên wan li ber xwe bidin serî natewînin. Heta ku bersiva berxwedaneke civakî ji qeyûm re neyê dayîn dê ev agir bikeve mala herkesê.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Bakirkoyê ya beriya niha Fethiye Kizmaz jî wiha got: “Polîtîkayên qeyûm ku di cîhanê de mînaka wê nînin li dijî gelê Kurd tê pêkanîn. Em ê bi hêza gelê xwe van pêkanînên faşîzan derbas bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li qadan bin. Qeyûm dê biçe em ê bimînin.”

MÊRSÎN 

Çalakiya nobetê ya hefteyê carekê li ber Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê tê lidarxistin didome. Gelek partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan û welatî beşdarî nobetê bûn. Di çalakiya ku pankarta “Qeyûm desteserkirina vîna gel e, darbeya li demokrasiyê hatiye xistin e” hate vekirin de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin.

Nobet, bi pêşengeha ku bi navê “Xêzên ku dîwaran qul dikin” a karîkaturên girtiyên siyasî di nav de ne û Adîl Okay organîze kiriye dest pê kir.  Okay,diyar kir ku pêkanîna qeyûman desteserkirina vînê ye û wiha got: “Ev pêkanîn darbeya ku li demokrasiyê hatiye xistin e. Îro em ji bo tevkariyê li têkoşîna demokrasiyê bikin hatin bahev. Em ji bo li dijî qeyûm deng derxînin li vir in.”

Çalakiya Nobetê bi stranên ku Serdar Keskîn gotin re berdewam kir.