BI DÎMEN

Gelê Kantona Firatê Şehîd Armanc û Şehîd Îsmaîl oxir kirin

Gelê Kantona Firatê ji bo oxirkirina endamê Komandosê Şehîd Armanc Kobanê û endamê QSD`ê Şehîd Îsmaîl berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle.

Bi sedan welatiyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan ji bo oxirkirina endamê Komandosê Şehîd Armanc Kobanê (Eymen Osman)  û Şehîd Îsmaîl (Îsmaîl Qadir) hatin ba hev. Şehîd Armanc Kobanê ku di 26`ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû. Her wiha endamê QSD`ê Şehîd Îsmaîl jî di 23`yê Gulanê de di encama derbaskirina kirîza dil de şehîd bûbû. Welatiyan bi merasîmeke girseyî ew spartin axê.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştî rêzgirtinê jî Hevseroka Meclîsa Malbata Şehîdan a Şêranê, Bedîa Miho axivî û got ku Şoreşa Rojava berdewam dike û em ê jî ji bo avakirina jiyaneke wekhev hîn jî bedêlan bidin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ê hîna bi hezaran şehîdan bidin da ku em serkeftinê misoger bikin. Erka me ye ku em xwedî li nirxê şehîdan derkevin. Rêber Apo dibêje ku her şehîdek felsefeya jiyanê ye, divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî a Kobanê Polat Amed jî di merasîmê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Li ku dibe bila bibe, em ê ser bikevin. Dîroka gelê Kurd bi komkujî û qirkirinê re bûye yek. Ji bo doza xwe jî em ê li her çar parçeyên Kurdistanê têbikoşin. Em ê serkeftinê jî bi şehîdên xwe misoger bikin. Em gelê Kurd xwedî wê berxwedaniyê ne. Li ku dibe bila bibe, divê êdî em rabin ser piyan." 

Piştî axaftinan jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û ji malbatên wan re hatin radestkirin. Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.