Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ragihand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raghand ku endamê wan Ebdulezîz El Ezîz li Hesekê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku di 23'yê Gulanê de li Hesekê şehîd bûye, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ebduezîz El Ezîz de dema li ser erka xwe bû di encama kirîza dil de, şehîd bûye.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ebdulezîz El Ezîz

Navê bav: Hesen

Navê dayikê: Kafe

Cih û dîroka tevlîbûnê: Hesekê 17/02/2016

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê 23/05/2024

Di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Ebdulezîz re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armanca wan û avakirina civakeke aram û ewle hat dayîn.