BI DÎMEN

Li Nurnbergê dagirkerî hat şermezarkirin û gerîla hatin silavkirin

Li Nurnbergê êrîşên dagirkeriyê û xiyanet bi çalakiyekê hat şermezarkirin û berxwedana gerîlayan hat silavkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin û berxwedana gerîlayan silav kirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û ev tişt hatin gotin: “Gerîla û gel ji bo dagirker li ser axa Kurdistanê nemîne berxwedaneke bê hempa dimeşînin. Li çiya û deştên çar parçeyan berxwedaneke bi heybet tê kirin. Di encama vê berxwedanê de bi ked û bedelên salan destkeftiyên mezin hatin bidestxistin."

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser xiyaneta PDK'ê û wiha hate gotin: "PDK a ku ji dîrokê ders dernexistiye bi piştgiriyê dide dewleta Tirk a faşîst, dagirkeran li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Li Başûrê Kurdistanê amadekiriya êrîşî ser gerîlayên leheng bikin, dikin. Ev êrîş di her alî de rêya ku diçe Kurdistana Azad asteng dike. Divê were zanîn ku lawazbûna PKK’ê tê wateya lawazbûna Kurdistanê. Hewldana PDK xiyaneta herî mezin e.

Ji vir em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin; divê hişmendiya PDK'ê ya ku xiyanetê dike, li Başûrê Kurdistanê were bêbandorkirin. Em we vedixwînin ku bi gerîlayên Kurdistanê re li dijî dewleta faşîst a Tirkiyeyê têbikoşin.”