Êrîşa li ser qadên çandiniyê yên Kantona Cizîrê

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Enîqa El Hewa yê di navbera Til Temir û Zirganê de şewat derxist. Li Çilaxayê jî 50 donim zeviyên genim şewitîn.

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Enîqa El Hewa yê di navbera Til Temir û Zirganê de şewat derxist. Tîmên rewşa lezgîn hewl dan şewat negihe zeviyên çandiniyê.

Tevî hewldanên tîmên lezgîn jî agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên El Eboş û Bab El Ferec ên di navbera bajarên Til Temir û Zirganê de belav bû.

Li gundê Dirêcik yê Tirbespiyê jî 2 donim zeviyên genimê şewitî. Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve bi alîkariya gel hat vemirandin.

Li gundê Etşan ê rojavayê Çilaxa  agir bi zeviyên genim ket. Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê şewatê de lêpirsîn da destpêkirin.