ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Li gor zagonên cîhanî girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e’
Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Mihemed Emîn da zanîn ku di hemû qanûnên mafê mirovan ên cîhanî de girtina rojnamevan Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e. -
Li Kantona Firatê ezmûn destpê kirin
Li Kantona Firatê xwendekarên ku tevlî ezmûna wêjeyî û zanistî bûn, diyar kir ku ew gelekî şanaz in ku bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin. -
Salih Gedo: Bi tecrîdê re mafê gelan tê binpêkirin
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, mafê gelê Kurd û gelên azadîxwaz tê binpêkirin. -
Li Kantona Firatê namzetên hevşaredariyê dest bi xebatên xwe kirin
Li kantona Firatê bi Hevbendiya partiyan heta niha 334 namzetan xwe hilbijartine û dibêjin ku ew ê bi vîna jinê ya azadiyê, şaredariyên demokratîk ava bikin. -
Malbatên şehîdan: Em ê tim li ser xeta gerîlayên xwe bin
Malbatên Şehîdan ên Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku wê heta dawiyê li ser şopa zarokê xwe bin. -
Namzetên şaredariyê yên Kantona Firatê hatin nasandin
Li Kantona Firatê şahiya propogandaya namzetên tevahî partiyan hat lidarxistin û xwe bi gel dan naskirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd El Mûsa hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd Xelîl El Mûsa yê 23’ê Gulanê li Dêrazorê şehîd bibû, Şedadê hat veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê welatiyek din revand, wesayîta wî desteser kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek din jî revandin. -
Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Şehbayê pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê bi meşekî girseyî hat protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. -
Cenazeyê Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşartin. -
Li Minbicê hezar û 500 hektar erd û 18 hezar darên zeytûnê hatin şewitandin
Ji ber şewatên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Minbicê pêk anîn, hezar û 500 hêktarên zeviyên çandiniyê û zêdetirî 18 hezar darên zeytûnê şewitîn. -
Salih Gedo: Rojeva esas azadiya Rêberê Abdullah Ocalan e
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê bibe rojeva esas. -
Bersiva çeteyan hate dayîn: 3 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrîşan da û 3 çete kuştin. -
Dagirkeran agir berdan zeviyan
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Yalanli yê Minbicê agir berdan zeviyan. -
Li Rojava li gel êrişan jî çandinî bi pêş dikeve
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwedî zeviyên çandiniyê yên berhemdar e, li 7 milyon û 521 hezar û 621 donim zevî 81 hezar û 673 cotkar dixebitin. Li gel êrişên dewleta Tirk jî çandinî bi pêş dikeve. -
Ciwanên şoreşger bi ruhê 1’ê Hezîranê wê kongreya xwe li dar bixe
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di navbera 1 û 2’yê Hezîranê de wê 4’emîn kongreya xwe li bajarê Hesekê li dar bixe. -
Dewleta Tirk agir berda zeviyan
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî agir berdan zeviyên li Zirganê. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezar kirin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe, gav paş de neavêjin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em bang li hêzên ku dixwazin alozî kêm bibe dikin bikevin nav liv û tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin.” -
Ji bo gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadiyê li Helebê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Ji bo gerîlaya YJA-Starê Diljîn Azadîyê li Helebê merasîmeke sersaxiyê ya girseyî hate lidarxistin ku Diljîn Azadî di meha Nîsanê de li Xakûrkê şehîd bûbû. -
Li Reqayê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Reqayê hat şermezarkirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang hat kirin. -
Serçeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Tîmên Operasyona Leşkerî yên QSD'ê li bejahiya Reqayê serçeteyekî DAÎŞ'ê girtin. -
Bombardûmana giran a li ser Minbicê: Dagirkeran jinek qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser Minbicê kir. Di encamê de jî jinek hate qetilkirin. -
Muslim: Biryara Kobanê politikaya qirkirinê ye
Enwer Muslim, da zanîn ku hikûmeta Tirk kesên ku hêz dane berxwedana Kobanê dîl digire, êrîşê qada berxwedanê dike û got, “Her gaveke ku dewleta Tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.” -
'Pêkhateyan bi hev re parastina welatê xwe kirin'
Endamên Meclîsa Bajar a Qamişlo dan xuyakirin ku hemû pêkhateyên li herêmê girêdayî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevre bi awayekî wekhev dijîn û bi hev re parastina welatê xwe dikin.